Saziyên Civaka Sivîl ên Reqa: Divê qada ezmanî li balafirên Tirkiyê were girtin

​​​​​​Çalakiyên gel ên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk dewam dikin. Li Reqayê Saziyên Civaka Sivîl êriş şermezar kirin û banga girtina qada ezmanî li dewleta Tirk kirin. Meclisa Til Rifetê jî diyar kier ewê bi hemû derfetên xwe em ê li beramber êrişan destketiyên xwe biparêzin.

Hêrsa gel ya li dijî gef û êrişên dewleta Tirk roj bi roj zêde dibe.

Îro jî li dijî gef û êrişên li ser herêmê daxuyanî hatin dayîn.

Saziyên civaka sivîl ên li Reqayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate got: “Dewleta Tirk hêz, kesayetên neteweyî û têkoşeran bi balafirên bêmirov dike hedef, herî dawî jî hevrê Ferhad Dêrik li hundirê xaka Iraqê kir hedef.

Em bang li hemû hêzên aştîxwaz bi taybet dewletên ku di kar û barên Sûriyê de aktîf in û Koalîsyona Navneteweyî dikin ku qedexeya qada ezmanî li ser bakurê Sûriyê ferz bikin.”

Meclisa Navçeya Til Rifet: Em ê bi hemû derfetên xwe li ber êrişan rabin û destketiyên xwe biparêzin

Meclisa navçeya Til Rifetê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Meclisê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser navçeyê hatin kirin bi armanca berfirehkirina projeya xwe ya dagirkeriyê ye û got:

“Bi van êrişên xwe yên hovane hemû peymanên navneteweyî bin pê dike.”

Meclisê bang li rêxistinên hiqûqî kir ku li hember êrişên dewleta Tirk helwesteke tund nîşan bidin.

Di dawiyê de meclisê soz da ku ew ê bi hemû derfetên xwe li dijî van êrişan bi berpirsiyariyên xwe rabin û xaka xwe biparêzin.

Back to top button