Foza Yûsif: Hemû hêzên azadîxwaz li Kobanê li hev kom bûn û şer kirin

Foza Yûsif, Endama Koordînasyona Kongra Star bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanî û li ser êrîşên dawî yên li dijî herêmê nirxandin kir. Foza Yûsif dibêje: “Civaka Kobanê civakeke ku bi azadî û b rûmeta xwe ve girêdayî ye û ji kesî re serî natewîne.” Piştrast jî kir çawa vê civakê DAIŞ têk bir wê hevkarê wê Erdogan jî têk bibe. 

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif, bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanî nirxandin kir.

Foza Yûsif şehîdên berxwedana dîrokî bibîranîn û diyar kir ku berxwedana Kobanê ji bo hêzên azadîxwaz hêviyek ava kir û ev got:

“Tevahî hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz li ser nirxên hevbeş bûn yek û li Kobanê şer kirin.

Di Kobanê de û di qadên wê yên berxwedanê de nirxek hevbeş ê mirovahiyê derket holê.

Ev nirx; azadiya jin, azadiya gelan, nirxên netewa demokratîk, bawerî û hêviyeke mezin da mirovahiyê û hişt ku her kes piştgiriyê bidin Kobanê.”

Foza Yûsif: Berxwedan Kobanê ya jinan bû

Foza dazanîn ku Berxwedaniya Kobanê ya jinan bû, jinên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û yên enternasyonalîst li hemberî hişmendiya Tarî bi hev re têkoşiyan û bi ser ketin.

Her wiha bi bîr xist ku dewleta Tirk xwest stratejiya xwe ya qirkirina kurdan bi destê DAIŞ’ê li Kobanê û Şengalê pêk bîne lê encam negirt.

Foza, da zanîn ku di encam Berxwedan Kobanê de ji bo jinan gelek tişt guherîn û ev tişt anî ziman:

Îro jin di hemû saziyên rêbeveriya xweser de bi awayekî wekhev û azad cih digire.

Ji bo jinan gelek sazî çêbûn.

Saziyên parastin, perwerdehî, edalet û saziyên rêxistina sivîl hatin avakirin.

Jin bi her awayî li gor nasnameya xwe xwe tev li jiyanê bû.”

Foza Yûsif: Civaka Kobanê serî natewand

Li dijî êriş û gefên dawî yên li ser Kobanê jî Foza Yûsif rihê berxwedêr ê Xelkên Kobanê bi bîr xist û wiha bi dawî kir:

Civaka Kobanê civakeke ku bi azadî û rûmeta xwe ve girêdayî ye, ji kesî re serî natewand û pêşengtî ji şoreşa 19’ê Tirmehê re kiriye.

Şêniyên Kobanê li ser xeta şehîd û rêbertiya xwe çawa DAIŞ’ê têk bir, wê dewleta Tirk jî têk bibe.

 

Back to top button