James Jeffery: Serok Biden bi ti awayî destûra êrişkirinê nedaye Tirkiyê

Nûnerê berê yê Amerîkayê li Sûriyê James Jeffery hişyar kir “Eger Tirkiye êrişî Bakur û Rojhilatê Sûrî bike wê xwe bixe rewşeke aloz”. Jeffery dibêje “Serok Biden ti destûra êrişê nedaye Erdogan:”
Her wiha piştrast kir QSD’ê heta niha li gorî peymana agirbestê tevgeriyaye. Eger hin çalakiyên wan hebin jî, di çarçoveya mafê parastina rewa de pêk tên. 

Nûnerê berê yê Amerîkayê li Sûrî James Jeffery, sala 2019’an plana êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî amade kiribû.

Ji ber vê yekê, ew, weke xwediyê tevgera dagirkirina van herdû herêman tê binavkirin.

Jeffrey têkildarî gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî ji televizyonekê re axivî.

Nûnerê Amerîkî diyar kir ku Tirkiye dixwaze êrişê bike û got:

Ji salên derbasbûyî me dît ku Tirkiye dikare êriş bike. Lê vê carê ne wisa ye.

Divê were zanîn ku tevgereke wisa wê Enqereyê bixe nava rewşeke aloz. Bi taybet jî li gel Amerîka û Rûsyayê.

Yanî eger êriş bike, dibe di navbera wan û hêzên Amerîkayê de jî şer rû bide.

James Jeffery li ser hewldana Tirkiyê ya wergirtina destûra Amerîkayê jî got;

Ti goman tine ye ku serok Joe Biden destûra êrişê nedaye Erdogan.

QSD heta niha li gorî peymana agirbestê tevgeriyaye

Jeffery tekez kir “Divê Tirkiyê zanibe ku Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûrî wê ti carî dest ji hevalbendê xwe QSD’ê bernede û ev got:

Hêza herî çalak a li dijî DAIŞ û terorê li ber xwe dide QSD’ê ye.

Li ser îdîayên dewleta Tirk ên QSD’ê êrişî wan dike, Jeffrey ev nirxandin kir:

Ji Bakur û Rojhilatê Sûrî ti êriş li dijî Tirkiyê pêk nayê. Ji xwe QSD’ê di vî warî de garantî daye.

Heta niha QSD’ê bi rêz sozên dane, bicih anîne.

Hin caran QSD’ê li herêma di navbera Serêkaniyê û Til Temirê de mafê bersivdayînê bikar tîne, ji ber ev herêm jî deverên dagirkirî ne.

Dûbare dibêjim, serok Biden ti destûra êrişê nedaye Erdogan. Heta ji bo êriş pêk neyê ew hişyar kiriye.

Back to top button