“Em bi xirakirina tewazûna avhewayê gora xwe dikolin”

Doh li bajarê Glasgow ê Skoçyayê Konferansa Guhertina Avhewa ya Netewê Yekbûyî(COP26) dest pê kir. Civîn di roja roja dûyemîn de didome. 

Serokê Amerîkayê Joe Bîden, ji ber xwe vekîşîna Trump a li meymanê lêborîn xwest û diyar kir têkoşîna li hember gûhertina avhewayê berpirsiyartiyekî exlaqî ye.

Joe Bîden bang li rêberên cîhanê kir ku derbarê germbûna gerdûnî parastina jîngehê gavên berbiçav bavêjin

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî diyar kir ku divê ew di sedsala 21’an de vê peymanê têxin meryetê..

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî pêşniyar kir ku divê sînorê germahiya gerdûnî 1,5 dereceyê ve were sînordarkirin.

Macron daxwaz ji welatên dewlemend ê cîhanê kir ku di vê mijarê de piştgiriya aborî hîn zêde tir bidin.

Sekreterê Giştî yê Netewê Yekbûyî Antonio Guterres jî di lûtkeya Avhewayê de axivî û got ‘Em gora xwe dikolin, 1,5 derece têrnake divê em sînorê germbûna gerdûnî bi awayekî giştî têxin 0 derece.

Serokwezîrê Hîndîstanê Narenda Modî jî diyar kir ku ew weke Hindistan armanc dikin heta 2070 emîsyona karbonê têxin 0 derece.

Back to top button