Li bajarê Rimêlanê şahiyek hat lidarxistin

Ji bo piştgiriya koçberên Serêkaniyê û Girê Spî şahiyek li bajarê Rimêlan hate lidarxistin.

Şahî li Navenda Aram Tigran a Çand û Hunerê li bajarokê Rimêlanê hat lidarxisitn.

Her du hunermendên gelêrî Baran Dilbihar û Sumeye Mihemed tevî koma Cudî ya stranan tev li şahiyê bûn.

Beriya destpêkirina şahiyê Navenda Şopdarên Rojê 33 wêneyên fotogirafî girêdayî berxwedana şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk li eniyên li dijî çeteyên DAIŞ û wêneyên berxwedanên Serdem û Rûmetê pêşandin.

Şahî bi gerandina beşdaran xelekên govendê bi dawî bû.

 

Leave a Reply

Back to top button