Li Dêrikê xetên muxalif ên kehrebeyê tên rakirin

Daîreya Kehrebeyê ya Dêrikê bi hevkariya Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê dest bi pêngava rakirina xetên kehrebeyê yên muxalif kir.

Berpirsê beşa pîşeyî ya navenda kehrebeyê li Til Koçber Felah Wedhan da zanîn ji ber ev xet bandorê li toreyan dike û dihêle xeta sereke xera bibe, wan dest bi vê pêngavê kir.

Wedhan tekez kir ku Kesên kehrebe bi rêyên derqanûnî kişandiye, heke li gorî biryaran tevnegerin, wê lêpirsîn lê were vekirin.

Hevseroka Daîreya Kehrebeyê ya Dêrikê Sitê Ebdullah jî anî ziman ji ber van xetên muxalif se’etên dayîna kehrebeyê kêm dibin, lewma wan dest bi rakirina wan kir.

Sitê Ebdullah bang li şêniyên Dêrikê kir ku li gorî biryarên Daîreya Kehrebeyê tevbigerin.

Back to top button