Civîna çaralî dê despêka meha Gûlanê de pêkbê

Wezîrê Karve Derve yê Tirkiyê Çavûşoglu dema lidarxistina civîna çaralî ya wezîran diyar kir û got: ”Civîna çaralî ya wezîrên karên derve dê destpêka Gulana bê li Moskovê bê lidarxistin..”

Wezîrê Karve Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ji bo dema civîna çaralî ya wezîran axivî û got:

“Demeke berê cîgirên wezîrên karên derve ji bo lidarxistina civînekê li ser asta wezîran hewldan kir.

Hefteya borî me bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re, ev mijar nîqaş kir.

Çav li rê ye ku ev civîn di destpêka Gulana bê de li Moskovê bê lidarxistin.”

Çavûşoglu destnîşan kir ku civîna serokên dewletan dê di lûtkeya xebatên civîna çaralî ya wezîrên karên derve de be.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî demeke berê ragihandibû ku civîna çaralî, nekêrhatî ye.

Bedran Çiya Kurd: Civîna çaralî windakirina demê ye

Back to top button