Li Srî Lanka..ji ber nebûna sotemeniyê dibistan hatin girtin

Li Srî Lanka krîza aborî, hikumeta welat aniye ber têkçûnê.
Hikumeta welat ya di nava krîza aborî de ye, cara yekeme nekarî deynê xwe bide.
Welatiyên ku nikarin xwe bigihînin, xurekan dibêjin ” mirin êdî dawîhatinek neçar e’.
Ji ber nebûna sotemeniyê, dibistanên li welat hatin girtin.

Ji ber krîza aborî ji Nîsanê ve, li Srî Lanka xwepêşandanên ku despê kirî ranawestin.

Ofîsa Serokomar Gotabaya Rajapaksa navên 9 wezîrên nû eşkere kir ku wê ligel Ranil Wickremesinghe ku meha borî wek serokwezîrê nû yê welêt hatibû hilbijartin, kar bikin.

Serokwezîr Wickremesinghe jî ji ber nebûna xurekan gel hişyar kir û soza wê yekê da ku ji bo demsala çandiniyê wê sala bê, zibilê pêwist amade bikin.

Sala borî, qedexekirina gubreyên kîmyayî ji aliyê Serokomar Gotabaya Rajapaksa ve, derbeyek mezin li hilberîna çandiniyê li welat xist.

Wezareta Rêvebiriya Giştî ya Sri Lanka ji ber nebûna sotemeniyê ragihand ku ji derveyî karên bingehîn hemû sazî hatine girtin.

Ji ber nedebûna sotemeniyê dibistanên fermî û yên taybet jî hatin girtin.

Li gelemperiya welêt bi rojan e li benzînxaneyan bi hezaran kes li benda sotemeniyê ne.

Srî Lanka duh, ji bo cara yekê, ku deynê xwe yê berdest nedaye, têk çû.

Rêvebirê Banka Navendî Nandalal Weerasinghe ragihand ku pereyên biyanî yên ku şexs dikarin di destên xwe de bigirin wê ji 15 hezar dolarî dakeve 10 hezar dolarî.

Li Srî Lankayê ku di dîroka xwe de bi krîza aborî ya herî mezin re rû bi rû ye, piştî ku rojê 13 saetan elektirîk qut bûn, gel di dawiya meha Adarê de xwepêşandanên xwe yên protestoyî zêdetir kirin.

9’ê Gulanê di navbera xwepêşanderên ku li dora Serokwezîrtiyê kom bûn û alîgirên hikûmetê yên li welêt de pevçûn derketibû.

Ji bo vê yekê li paytext Colomboyê yekîneyên leşkerî hatibûn bangkirin.

Piştî zêdebûna zextên mûxalefetê, Serokwezîr Mahînda Rajapaksa di heman rojê de îstifa kiribû.

Ji ber îstifakirina serokwezîr kabîneya wezîran jî ber xwe ve hate fesihkirin.

12’ê Gulanê Serokê Welat Gotabaya Rajapaksa neçar ma ku birayê xwe ji erkê serokwezîrtiyê bigre.

Di bûyerên ku pêk hatin de, 2 ji wan polîs 8 kes hatin kuştin û 250 kes jî birîndar bûn.

Welatiyên Srî Lankayê niha bi kêmbûna sotemeniyê, qutbûna elektrîkê û zêdebûna bihayên xwarin û veguhestinê re têdikoşin.

Back to top button