23 Çileyê Hevseroka Meclisa Til Şayîrê Seda Feysel El-Hermas û Cîgera wê Hind Letîf El-Xidêr, ji aliyê şaneyên veşartî yê DAIŞ’ê ve hatin revandin û şehîdkirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ji bo tolhildana herdu jinên şoreşger, li djî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyonek berfireh da despêkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî oparasyonê bi daxuyaniyeke nivîskî weşand.
QSD’ê da zanîn, ji ber zêdebûna tevgera û êrişên DAIŞ’ê li herêma Dêra Zorê, 4’ê Sibatê oparasyona tolhildanê hat despêkirin.
QSD’ê diyar kir ku di oparasyona ku YPJ’ bi rolê sereke radibe de, şervanên YPG û Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî cih digrin.
Oparasyon li çola Dêra Zor û sînorê navbera Sûrî û Iraq didome.
Di nava 24 saetên despêkê yê oparasyonê de, bi ser dehan noqteyên çeteyan de hate girtin û bi dehan kes hatin binçavkirin.
Her wiha gelek cebilxane jî ket destê şervanan.
QSD’ê ragihand ku oparasyon hîna didome û wê encama wê rojên pêş de bi raya giştî re were parvekirin.
https://youtu.be/zWcCfrEmYmw
https://youtu.be/UAAAAoxgvXw