Pune Aştiyan: Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li berxwe didin û natirsin

Dewleta Îranê careke din Geşt-i Îrşadê (polîsên exlaqê) şandiye qadan. Rojnamevan Pune Aştiyan anî ziman polîsên exlaqê sûcên dijmirovî li dijî jinan dikin û bang li jinan kir ku li hemû qadên jiyanê têdikoşin û li ber xwe didin.

Gava çalakiyên bi dirûşmeya “jin jiyan azadî” yên piştî kuştin Jîna Emînî destpêkir, Dewleta Îranê neçar mabû ku Geşt-i Îrşadê (polîsên exlaqê) ji qadê vekişîne.

Lê belê hate zanîn ku rejîmê careke din Geşt-î Îrşadê şandiye qadê.

Rojnamevan Pune Aştiyan anî ziman ku dewletê meha borî car din Geşt-i Îrşad (polîsên exlaqê) şandiye qadê û ev tişt got:

Hikûmeta Îranê tenê polîsên exlaqê danexist qadê, di heman demê de gelek polîsên nû jî gihandin.

Dewlet ji bo Qedexeya Hîcabê 400 kes wergirtine kar.

Ev kes ji bo jinan servekirî bigirin û li wan bixin, 12 milyon toman meaş digirin.

Dewlet dizane ku nikare bi darê zorê ser jinan bigire, lê bi meseleya sergirtina mecbûrî dixwaze berberîbûnê çêbike.

Rojnamevan Pune da zanîn ku jin li hember vê desthilatdariyê serî natewînin û wiha anî ziman:

Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li berxwe didin û natirsin.

Gelek jin serê xwe nagirin û biryarên dewletê red dikin.

Ji redkirinê gelek jin tên girtin.

Pune got, dewlet ji bo tepisandina jinan serî li her cure rêbazê dide.

Ji kuştinê bigre heta qutkirina înternetê… Lê jin serî natewînin.

Her ku dewlet malperên nûçeyan digire, ew yeke din vedikin.

Jinên îranî dixwazin pêwendiyê bi cîhanê re deynin.

Ji bo zilma rejîmê ragihînin zimanên wekî Tirkî, Îngilîzî û Fransî hîn dibin.

Rojnamevan Pune Aştiyan bang li jinan kir ku li hemû qadên jiyanê têdikoşin û li ber xwe didin.

Back to top button