Dewleta Tirk agir berda zeviyên gundên Til Temir û herêma Şehbayê

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê agir berdan zeviyên çandiniyê yên navçeya Til Temir û herêma Şehbayê.

Çeteyên dewleta Tirk îro di saetên êvarê agir bi zeviyên gundê Qasimiyê yê girêdayî Til Temirê ya Kantona Hesekê xist.

Dagirkeriya Tirk zeviyên çandiniyê yên gundê Kesarê yê Kantona Şehbayê jî da ber agir.

Şewat di demek kurt de gehişte gundê Til Cîcanê ya di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye.

Ji bo vemirandina şewatê xebat berdewam dikin.

Back to top button