Corona..Li Iraqê 287 rewşên nû hatin tomarkirin

Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 287 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 52 kes baş bûne û 6 kes jî bi vîrûsê mirine.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 7 hezar û 14 test hatine kirin û 287 kesên bi Coronayê ketine hatine tomarkirin.

Wezaretê anî ziman ku 52 kes jî baş bûne û li Bexdayê 6 kesan ji ber vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest da.

Di dawiyê hat destnîşankirin ku li Iraqê heta niha 5 hezar û 135 kes bi Coronayê ketine, ji wan 2 hezar û 904 kes baş bûne û 175 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button