Hikumeta Şamê: 2 Kesên ku bi Coronayê ketibûn baş bûn

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 2 kesên din ku bi vîrûsa Coronayê ketibûn baş bûn.

Li gorî daneyên wezaretê heta niha li herêmên hikûmeta Şamê 121 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 4 kes mirine û 43 jî baş bûne.

Di nava heftiyekê de 62 kes li herêmên hikumeta Şamê bi vîrûsê ketine ku piraniya wan ji derveyî welêt hatine.

Back to top button