Ji bo azadkirina mamosta Bedel Berwarî çalakiyek hat lidarxistin

Mamosta û karmendên Germiyan a Başûrê Kurdistanê ji bo azadkirina mamosta Bedel Berwarî yê 16’ê Gulanê li Duhokê hat binçavkirin çalakiyek li dar xist.

Çalakî li navçeya Kelar li Parka Leyla Qasim pêk hat.

Mamosteyan bertekên xwe derbarê binçavkirina mamosteyan nîşan dan û diyar kirin ku ew binçavkirina azadîxwazan weke eybeke pir mezin dibînin.

Mamosteyan gotin ku ev 29 sal e li Herêma Başûrê Kurdistanê gel tê pelçiqandin, her roj bi qeyranekê mafê karmendan û welatiyan tê binpêkirin.

Li Dihokê 16’ê Gulanê ji aliyê koma ‘Kanî Paşkeft’ ve xwepêşandanek li dijî paşketina mûçeyên pêk hat.

Hêzên leşkerî mudaxaleyî xwepêşandanê kir û zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin.

Paşê di kêmî heftiyekê de hemû hatin berdan û tenê Mamosta Bedel Berwarî di girtîgehê de hat hiştin.

Back to top button