PDK Ji bo pêşî têkçûna Tirkiyê bigre di nav provakasyonan de ye

PDK, ji bo pêşî têkçûna dewleta Tirk a qadên herêmên parastina medya bigre di nav provakasyonan de ye.

PDK ji bo vê provakasyona xwe bi be serî hêzêk mezin şand herêma gerîla da ku girê Çarçêl ê stratejîk ê herêma Metîna têxe jêr kontrola Tirkiyê.

Ji bo pêk anîna vê planê dewleta tirk di hewayî de PDK jî di bejahî de êrîşên girê Çarçêl ê Herêma Metîna dikin.

KNK’ê li dijî vê rewşa provakatîf bang li aliyan kir ku pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin, neyên lîstiyên dewleta Tirk.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsana 2021’ê ve li dijî başûrê Kurdistanê êrîşeke berfireh a dagirkeriyê daye destpêkirin.

Artêşa dagirker ku 43 rojan de nikaribû ku taybet deverên stratejîk yên Metîna weke Girê Çarçel û Girê Colemergê bigre vê carê hêzên PDK’ê xist dewrê.

Lê dewleta Tirk ji bo bigihîje armancên xwe peşmergên PDK’ê li ser qada ku 25 sale di jêr kontrola gerîla de ye şand.

Di encama provakasyona ku nediyare kî kiriye 5 peşmergeyan jiyana xwe ji dest da.

Piştî bûyerê rayedarên başûrê kurdistanê yek ser PKK’ê sûcdarkirin ku vê êrîşê pêk aniye.

Lê di dimenê peşmergê birîndar û daxuyaniya HPG’ê de jî derket holê ku gerîla vê êrîşê pêk neaniye.

Piştî bûyer PDK ji bo girê stratejîk ê Metînayê bigre hêzek mezin şand herêmê, dewleta Tirk ji hewayî ve pêşmergeyê PDK’ê jî li bejahî ve hewildidin girê Çarçêl bigrin.

Bi vê yekê eşkere bû ku PDK ji bo pêşî têkçûna Tirkiyê ya 43 rojan bigre hete nava liv û tevgerê.

HPG: PDK Diwaze ji pişt ve xencerê li hêzên me de

HPG’ê derbarê hêz şandina qadên gêrîla PDK’ê şiyar kir kû got:

“Ev hêz dixwazin bikevin qadên me yên li Metîna. Em li dijî dewleta Tirk a dixwaze Kurdistanê dagir bike li ber xwe didin. Em bang li van hêzan dikin ku ji pişt ve xencerê li hêzên me nedin. Xwîna xwişk-bira nerêjin.”

KNK’ê banga çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kir

Ji bo ku li Metînayê şer navbera hêzên Kurdî de der-nekeve KNK’ê bi daxuyaniyekê banga diyalogê kir û got:

“Li dijî gefên dewleta Tirk pewîstiya Kurdan bi sekneke hevbeş a neteweyî heye..

Şandina hêzek pêşmerge li herêmên Gerîla bê diyalog û bê agahdarkirinê cihê pirsê ye..”

KNK’ê bang li her du aliyan kir ku pirsgirêkê bi guftûgoyê çareser bikin û bang li hemû hêz û kesên Kurdistanî jî kir ku di vî warî de xwedî helwest û roleke erênî bin.

Back to top button