Şêniyên Mexmûrê: Heya têkbirina dijmin, em ê têkoşîna xwe bidomînin

Li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser Wargeha Mexmûrê, şêniyên wê daketin qadan û teqez kir ku heta têkbirina dijmin ew ê têkoşînê bidomînin.

Balafirên dewleta Tirk a dagirker, duh Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bombebaran kir.

Êrîşa bi balafirên bê mirov yên bi çek hat kirin û raste rast sivîl armanc kir.

Li dijî êrîşên dagirkeran, şêniyên Wargehê meşek girseyî lidaraxist û êrîş şermezar kir.

Şêniyên wargehê da zanîn ku wan zilm û zora dewleta Tirk qebûl nekir lewma penaber bûne û teqez kir ku wê ti carî jî qebûl nekin.

Her wiha bi daxuyaniyekê bêdengiya NY, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk şermezar kir.

Piştî daxuyaniyê şandeyek li ser navê şêniyên wargehê bi hêzên leşkerî yên Iraqê re hevdîtinek kir û ji berpirsên wê xwestin ku bi erka xwe rabin û bê helwest nemînin.

Back to top button