Wezîrê Taybet ê Amerîkayê yê karûbarên Yemenê diçe kendavê

Waşîngtonê ragihand ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Karûbarên Yemenê di demekê de ku êrîşên Hûsî û Îranê zêde dibin diçe Kendavê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê; Lenderking dê tekez bike ku divê şerê Îsraîl-Hamas bikeve bin kontrolê.

Wezareta Derve anî ziman di wextekî ku êrîşên Husîyan û Îranê zêde dibin de ew ê dîplomasiya Amerîkî û hevrêziya herêmî berdewam bikin.

Daxuyaniyê de hate gotin:

“Li Rojhilata Navîn pevçûneke berfirehtir ne xizmeta berjewendiyên Amerîkayê û ne jî yên hevkarên me yên herêmî yên ku piştgiriyê didin aştiyeke mayînde li Yemenê dike.”

Di gera xwe de, Lenderking dê bi karbidestên Kendavê re bicive ji bo nirxandina gavên pêwîst ji bo bidestxistina agirbesteke daîmî û destpêkirina diyalogek siyasî ya berfireh bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî.

Di vê navberê de, artêşa Amerîkî roja Duşemê da zanîn ew her sedem hene ku çar êrîşên li ser keştiyên bazirganî yên li Derya Sor bi bersivên guncaw” binirxîne.

Li Behra Sor êrîşên Husiyan li dijî keştiyên Amerîkayê didome

Back to top button