Îsraîlê nuqteyên Hizbullah yên li Şamê bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê li Şamê xalên hizbullahê bombebaran kirin.
Li Derayê di nava çend seatan de 2 êriş li dijî hêzên hikumeta Şamê hatin kirin.
Di kemînek çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Tedmur-Humis de, 6 çekdarên Îranê hatin kuştin.

Êrişên Îsraîlê li dijî xaka Sûriyê dewam dikin.

Şevê din Îsraîlê careke din jî êrişî Şamê kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Îsraîlê xalên çekdarên Îranê li Şamê bombebaran kir.

Xalên navbûrî li gundê Ceracîr yê Şamê ye.

Li gorî çavdêriyê di êrişê de, kuşt û birîndarê hene.

Li Derayê 2 caran êrişî hêzên hikumeta Şamê hat kirin

Nezelaliya rewşa li Derayê jî dewam e.

Di nava çend saetan de cara duyemîn jî hêzên hikumeta Şamê bûn armanca êrişan.

Di seratên nîvro li ser sînroê di navbera Dera û Quneyterayê de çekdarên nenas mayînek çandibû û bi erebeya lojistîkê ya hêzên hikumeta Şamê ve teqiya.

Di encamê de, leşkerek hate kuştin û yek birîndar bû.

Vê sibê jî, çekdarên nenas êrişî erebeyeke hêzên hikumeta Şamê kirin.

Di encamê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûbûn.

Bi giştî di êrişên li dijî hêzên hikumeta Şamê de, 5 leşker hatin kuştin û 1 jî birîndar bûn.

Di navbera Tedmur û Humsê de 6 çekdarên Îranê hatin kuştin

Li aliyê çolistanê jî, çeteyên DAIŞ’ê êrişên xwe li dijî hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Îranê dewam dike.

Şevê din çeteyên DAIŞ’ê kemînek ji komek çekdarên Îranê li çolistanê dayîn.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê dema erebeyeke leşkerî ya komên girêdayî Îranê di ser rêya Tedmur-Humisê re derbas dibe mayînek bi wan de teqand.

Di encamê de 6 kes hatin kuştin û gelek birîndar bûn.

Beriya du rojan jî çeteyên DAIŞ′ê bi çekên giran li ser rêya rojavayê Dêrazorê êrişî nuqteyên Dîfa El Wetenî kir.

Back to top button