Îsraîl êrişî nava Xeza û rojhilatê wê kir: 50 kes mirin

Êdî şerê navbera Îsraîl û Hemasê nêzî 2 mehan bûye.
Îsraîlê hemû hêza xwe daye, kontrolkirina nav Xeza û rojhilatê wê.
Di êrişa li ser herêmê de, 50 kes mirin.
Her wiha artêşê ragihand ku heta niha bêtirî 100 hezar guleyên topan avêtine Xezayê.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY Griffiths jî got: Li Xezayê cihek ewle tineye.

Artêşa Îsraîlê bi dijwarî êrişî bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Xezayê dike.

Di êrişên herî dawî de bêtirî 40 kes mirin.

Piştî êrişê wesayîtên ambulansê dengê wan ranewestiyan.

Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê Kampa Nûseyrat a Penaberan a li bajarê Dêr el-Belahê jî bombe kir û 10 kes hatine kuştin.

Li gorî ajansa fermî ya Filistînê WAFA, hêzên Îsraîlê bi 50 wesayitên leşkerî yên bi buldozeran ve êrîşî bajarê Cenîn ê Şerîeya Rojava kirin.

Di navbera hêzên Îsraîlî yên ku ji Kolana Nisretê ketin bajêr û Filistîniyên ku li dijî êrîşê derketin de şer derket.

Artêşa Îsraîlê: Me zêdetirî 100 hezar top avêtine xezayê

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyeke nivîskî diyarkir ku ji 31’ê Cotmehê ve operasyona bejayî ya li dijî Xezeyê dest pê kirî de, heta niha bêtirî 100 hezar top avêtine Xezeyê.

Artêşê got, yekîneyên topavêj di şerê heyî de rolek mezin leyîstine.

Artêşa Îsraîlê jî dîmenên yekîneyên topavêj ên ku gelek top avêtine parve kir.

NY: Li Xezayê cihek bi ewle nemaye

Her wiha Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Karûbarên Mirovî Martîn Grîfîths got,

“Li Xezzeyê ti der ne ewle ye.

Ne nexweşxane, ne stargeh, ne kampên penaberan.

Kes ne ewle ye.

Ne zarok, ne xebatkarên tenduristiyê. Ne gel.”

Griffiths di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de, ev tişt anî ziman:

“Her cara ku em difikirin rewşa Xezeyê nikare xirabtir bibe, ev yek dibe.

Ji ber ku hindik maye bijîn, ji mirovan re tê ferman kirin ku ji nûve koçber bibin.

Li Xezayê ti der ne ewle ye. Ne nexweşxane.

Ne sitargeh, ne kamp. Kes ne ewle ye.

Ne zarok. Ne xebatkarên tenduristiyê.”

Griffiths anî ziman ku divê bêrêzi bi vî rengî ya eşkere ya li hemberî mirovahiyê raweste.

Îsraîl operasyona xwe ya bejahî a li Xezayê berfireh dike

Back to top button