Welatiyên Bexdayê: Armanca êrişên Tirkiyê, dagirkirina xaka Iraqê ye

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Iraqê û başûrê Kurdistanê didomin.
Welatiyên Bexdayê diyar kirin ku sedeman êrişan, lewaziya hikumetê ye û gotin:
“Tenê armancek dewleta Tirk heye, ew jî dagirkirina Iraqê ye.”
Welatiyan banga li aliyên peywendîdar kirin ku li dijî êrişan bi erkên xwe rabin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bê navber dewam dikin.

Tevî dewleta digirker rojane li nav gund û bajaran xelkê sivîl dikuje hikumeta herêma Kurdistan û Iraqê bêdengin.

Li ser vê mijarê welatiyên ji Bexdayê nerînên xwe anî ziman.

Welatiyê bi navê Ebu Xeys Fetlawî diyar kir ew destdirêjiya li ser xaka Iraqê red dikin û wiha bertek nîşan da:

Dewleta Tirk dibêje, ez bi hêceta gerîlayan êriş dikim, ev ne raste.

Ji bilî dagirkirina Iraqê, ti armancek din ya Tirkiyê nîne.”

Ebû Xeys bang li hikumeta Iraqê kir ku serweriya welat biparêze û dijî binpêkirinên Tirkiyê bêdeng nemîne.

Welatiyên Bexdayê: Sedema êrişan bêdengiya hikûmeta Iraqê ye

Welatiyê bi navê Meysem Haris jî li ser heman mijarê ev yek got:

“Sedema êriş û destdirêjiya dewleta Tirk ya li ser Iraqê, lewaziya biryarên hikumetê ye.

Hikumeta Iraqê ji bo berdana avê, pere daye Tirkiyeyê, lê Tirkiye avê bernade.

Ava niha tê Iraqê, pêdawistiyan pêşwazî nake. Sedema vê jî lewaziya Iraqê ye.”

Meysem Haris jî bang li civaka navneteweyî kir da ku rê li êriş û binpêkirinên dewleta Tirk yên li ser Iraqê bigre.

Back to top button