Lîreyê Tirkî bêqîmet dibe, civaka Tirkiyê hejar dibe

Polîtîkayên serokê AKP’ê Erdogan roj bi rojê civaka Tirkiyê hejartir û bêçaretir dike.
Lîreyê Tirkiye li pêşberî dolarê Amerîkî dema xwe ya herî lewaz de ye.
Dolerekî 8,36 lîreyê Tirkî derbas kir.

Biryara ku di Rojnameya Fermî ya Serokomariya Tirkiyê de hate ragihandin ku Alîkarê Serokê Banqa Qiştî Murat Çetînkaya ji erk hatiye girtin.

Li cihê Çetînkaya jî Mustefa Duman hate erkdarkirin.

Piştî vê cihguhertinê, dolarê Amerîkî li pêşberî Lîreyê Tirkî bi carekê de bilind bû.

Dolarek gihişt 8,36 lîreyê Tirkî.

Aborînas jî dibêjin krîzek nû ya bênirxbûna lîreyê Tirkî li ber derî ye.

Ev bênirxbûna ku ji Tebaxa 2018’an ve despê kirî, herî zêde bandora xwe li ser bihayê tiştên xwarinê dike.

Li Tirkiyê çîna ku herî zêde ji vê rewşa heyî bandor dibe jî çîna hejare.

Back to top button