Di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de belgeyên 11 hezar kes hatin nûkirin

Di çarçoveya operasyonê de Hêzên Asayîşê belgeyên kesên di kampê de nû dike û heta niha belgeyên 11 hezar kesî haine nûkirin.
Her wiha hêzên Asayîşê di çarçoveya operasyonê de dest danîn ser hin guleyên çekan.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ji bo paqijkirina Kampa Holê ji çeteyên DAIŞ, di roja 3’an de ye..

Hêzên ewlekariyê li kêlek operasyonên ewlehiyê, hewl dide belgeyên şêniyên kampê nû bike.

Heta niha li kampê bi rêya testa ‘DNA’ belgeyên 11 hezar mêr, jin û zarokên jor 15 saliyê re, hatine nûkirin.

Ji bo zarokên kêmî 15 saliyê jî wê agahiyên girêdayî wan ji malbatên wan bên girtin.

Derbarê mijarê de ji fermandarên Hêzên Asayîşê ên herêma Cizîrê Hilat Mihemed ji ANHA’yê re axivî.

Hilat anî ziman ku armanca wan ji vê gavê naskirina nasnameyên kesên di kampê de û hejmarên wan e..

Her wiha destnîşan kir ku serjimarî û nûkirina belgeyên niştecihên kampê, bi rêbazên pêşketî pêk tê.

Hêzên Asayîşê li Kampa Holê miqdareke gule dît

Li gel vê yekê hêzên Asayîşê îro di konekî beşê duyemîn ê taybet bi penaberên Iraqê de, miqdareke guleyên (kalşînkov) dît.

Back to top button