Hêzên Asayîşê di roja seyemîn a operasyona Mirovî û Ewlehiyê de, li Kampa Holê miqdarek guleyên çeka kilêş hate dîtin.
Tîmeke Hêzên Asayîşê di çarçoveya xebatên lêgerînê de, di konekî beşa duyemîn ê taybet ku tê de penaberên Iraqî dimînin miqdareke gûleyên çeka kilêşê hate dîtin.
Hate ragihandin ku, niha li vî konî û derdora wê, lêgerîna li çekan berdewam dike.
Di nava 2 rojan de 53 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Têkildarî encamên du rojên operasyonê jî Hêzên Asayîşê civîneke çapemeniyê li dar xist û tê de daxuyaniyek da..
Asayîşê diyar kir ku du rojên borî de 53 çeteyên DAIŞ’ê, di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û tundî li kampê pêk dianîn, hatin girtin.
Her wiha gelek telefonên destan û labtopên ku tê de agahiyên li ser şaneyên terorîstan hene, hatin desteserkirin.
Asayîşê teqez kir ku heta tunekirina terorîstan li kampê, wê operasyon dewam bike.