12 rêxistin û sazî li Kerkûkê derbarê komkujiya Enfalê de daxuyanî dan

Bi boneya salvegera 34’emîn a Komkujiya Enfalê 12 rêxistin û saziyan li Kerkûkê daxuyaniyek hevbeş dan.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku hikûmeta Iraqê û Herêmê tewanbarên Enfalê dibarêzin.

Daxuyanî li ber Pirtûkxaneya Giştî ya Kerkûkê ji aliyên aktîvîst Hêmin Heseb ve hate dayîn.

Hêmin Heseb diyar kir ku her sal daxwazên wan dubare dibin, ji ber ku sozên têne dayîn pêk nayên û wiha got:

“Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê li ser xwîna qurbaniyên komkujiyan hatine avakirin, lê mixabin her du hikûmet jî tawanbarên komkujiyan diparêzin.”

Heseb diyar kir ku bi dehan tawanbarên komkujiyên dema Baas’ê de bi saya van hikûmetan azad dijîn û muçeyê wan tê dayîn.

Heseb daxwaz ji hikûmeta Iraq û Herêmê kir ku tawanbarên Enfalê werin dadgehkirin û navên wan ji bo Polîsên Interpol werin dayîn û got:

“Divê tevayî gorên komî ên Enfalê werin vekirin û testa DNA ji bo wan were çêkirin.”

Li Silêmaniya çalakiya ji bo salvegera Enfalê hate astengkirin

Li aliyekî din wê îro Komîteya Amadekar a Çalakiyê li Silêmaniyê jî çalakî ji bo salvegera Enfalê lidarxistiba, lê hêzên ewlehiyê çalakî asteng kirin.

Back to top button