Li Bûrkîna Faso êrîş herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Bûrkîna Faso ku welatekî li rojavayê Efrîkayê ye, ji ber êrişekê li du gundan herî kêm 36 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê Sanmatenga yê li bakurê vî walatî, li gundekî êrişek pêk hat.

Di encama vê êrîşê de her kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest da.

Wezîrê Ragihandinê yê Bûrkîna Faso Remîs Fûlgance Dandjînoû diyar kir ku heta niha ti aliyan ev êrîş negirtî ser xwe.

Hat ragihandin ku êrişkaran piştî ku gule li bazara bajarê Sanmatenga barandin reviyane û paşê li gundekî din 4 kes kuştin.

Li gelek welatên li rojavayê Efrîkayê komên ser bi El Qaîde û DAÎŞ’ê ve û çeteyên Îslamî yên tundrew êrişan dikin.

Li Nîjer, Nîjerya, Çad û Kamerûnê ji ber êrişên çeteyên Boko Haram ji sala 2009’an ve bi deh hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Leave a Reply

Back to top button