Pakîstan: 19 girtiyên Efxan hatin berdan

Konsolxaneya Giştî yê Talîbanê li Karaçî Abdulcabbar Tahari anî ziman di encama xebatên ku ji aliyê konsolxaneyê ve hatine kirin de, nêzî 19 girtiyên Afganî ji girtîgehên cuda yên parêzgeha Sindê hatine berdan.

Abdulcabbar Taharî piştrast kir ku girtiyên hatiye berdan di ser sînorê Çaman re vegeriyan welatê xwe û li Pakistanê jî hewlên ji bo berdana girtiyên din ên Afganî berdewam in.

Ev di demekê de ye ku berî niha welatiyên Efxanistanê li Pakistanê hatibûn binçavkirin û piştre ji aliyê rayedarên Pakistanê ve bi hincetên curbicur ji wî welatî hatibûn derxistin.

Rayedarên Pakistanî dubare kirin ku sedema sereke ya ku koçberên Afganî li welatê wan têne girtin nebûna belgeyên rûniştinê yên qanûnî ye.

Serbestberdana girtiyên Afganî ji bo hewldanên dîplomatîk ên di navbera Pakistan û Afganistanê de pêşveçûnek erênî nîşan dide.

Back to top button