Cotkarên Belçîkî lutkeya NY şermezar kirin

Cotkarên ku li paytexta Belçîka Brukselê polîtîkayên hikûmetê yên çandiniyê protesto kirin.
Beriya Civîna Bilind a Lîderên Yekîtiya Ewropayê, li navenda bajarê ku saziyên Yekîtiya Ewropayê lê ne, bi traktorên xwe rê girtin.

Cotkarên Belçîkayê ji ber zêdebûna lêçûnan, polîtîkayên hawirdorê yên YE, ketina berhemên erzan ên ji derveyê welat û negirtina teşwîqên têr gazinan dikin.

Polîsê Belçîkayê ragihand ku li herêma ku saziyên Yekîtiya Ewropayê lê ne, bi ketina nêzî hezar traktoran ve çûn û hatin bi temamî rawestiyaye.

Tevî ku pirsgirêkên cotkaran ên li YE’yê di rojeva fermî ya Lûtkeya Brukselê ya ku îro dest pê dike de ye jî, tê pêşbînîkirin ku lîder bi taybetî di hevdîtinên xwe yên bi nûnerên Komîsyona YE’yê re vê mijarê bînin rojevê û ji bo tedbîran zextê bikin.

Ji bilî Belçîkayê cotkarên welatên din ên Yekîtiya Ewropayê, Fransa, Îtalya, Îspanya û Portekîz jî, ji bo ku hikûmeta navendî û YE zêdetir piştgiriyê bidin wan, çalakiyên xwe didomînin.

Cotkar diyar kirin ku ji ber îthalata berhemên çandiniyê yên di peymanên bazirganiya azad ên Yekîtiya Ewropayê de, rêziknameyên tevlihev ên bazarê, neheqiya di belavkirina destekan de, xeletiyên di derbasbûna çandiniya domdar de rastî pirsgirêkan tên.

Cotkar jî qaîdeyên hawirdor û avhewayê yên Yekîtiya Ewropayê rexne dikin.

Xwepêşandan li seranserê Ewropayê di demekê de pêk tên ku rastgirên tund zêde dibe, berî hilbijartinên Parlamentoya Ewropî ku dê di meha Hezîranê de bên kirin.

Anketên herî dawî diyar dikin ku bloka ji aliyê rastgirên tund ve hatiye avakirin, wê di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de bibe yekemîn.

Li Fransayê 10 hezar cotkar di çalakiyê de ne

Back to top button