Hiqûqnasên ji paytexta Sûriyeyê destnîşan kirin ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan bingeha hemû dozen hiqûqî, mirovî û siyasî yên Rojhilata Navîn û cîhanê ye û ew nexşe rêyeke hevgirtî ye.
Endamê Komîteya Însiyatîfa Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Şamê parêzer Hesen El Ebdullah terbarê fikrê Rêber APO de axivî û got:
“Fikrê Rêber Abdullah Ocalan bingeha hemû dozên hiqûqî, siyasî û mirovî yên li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê ye û ew nexşerêyeke giştî ye.
Ji ber ku ew girîngiyê dide taybetmendiyên hemû gel û pêkhateyan û nirxê rêzgirtina ji pêkhateyên din re û jiyana hevbeş pêş dixe.
Nîşana vê yekê jî projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ya ku xwe spartiye fikrê Rêber Abdullah Ocalan.”
Hesen El Ebdullah bang li hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn kir ku xwedî li fikrê Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî derkevin
Serokê Partiya Sûriya Yekemîn, hiqûqnas Silêman Şibêb ê jî diyarkir ku gelên li herêmê hebûna xwe di fikrê Rêber Abdullah Ocalan de dibîne û lê xwedî derdikeve.