KCDK-E’yê banga beşdarbûna meşa navendî ya Cenevreyê kir

KCDK-E’yê banga beşdarbûna meşa navendî ya ku di sêyemîn salvegera Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêber Apo li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, kir.

Daxuyaniya KCDK-E’yê der barê mijarê de wiha ye:

“Ji bo şermezarkirina tecrîda dewleta Tirk a li ser Rêber Apo dimeşîne gelek çalakî û xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.

Di 10’ê Cotmehê de bi pêşengiya dostan derbasî qonaxeke navneteweyî bû.

Rejîma tecrîd û îşkenceyê li Îmraliyê tu hiqûq û rêgezên navneteweyî nas nake.

Çalakiya rûniştinê ya li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî bi helwesteke bi biryar didome.

Ji ber ku çalakiya rûniştinê ya Cenevreyê dikeve sala xwe ya 4’an, wê di 13’ê Kanûnê de meşek navendî bê lidarxistin.

Weke KCDK-E em vê çalakiya rûniştinê ya bi biryar a ku di sala xwe ya 4’emîn de ye silav dikin.

Bi vê boneyê em bang li Kurdistanî û dostên wan ên ji welatên derdorê bi taybetî jî Swîsreyê dikin ku ji bo çalakiya navendî ya 13’ê Kanûnê bê lidarxistin, seferber bibin.”

DEM Partiyê bang li Komîsyona Meclîsê kir: têkildarî tecrîdê tavilê bicive

Back to top button