Erebistana Siûdî, Misir, Îran, Îmarat û Etîyopya beşdarî BRICS bûn

Koma BRICS ku Brazil, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîka Başûr endamên wê ne, mezin dibe.
Erebistana Siûdî, Îmarat, Îran, Misir û Etîyopya jî beşdarî komê bûn.

Koma BRICS a ku sala 2006’an hatiye avakirin û Brazil, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîka Başûr endamên wê ne berfireh dibe.

Erebistana Siûdî, Îmarat, Îran, Misir û Etîyopya jî beşdarî koma BRICS bûn.

Lê Arjantînê daxwaza endamtiyê qebûl nekir.

Wezîrê Karên Derve yê Afrîka Başûr Naledî Pandor ku serokê demkî yê BRICS’e ragihand ku par endamtiya Arjantînê hatiye misoger kirin û got,

“Desthilata Arjantînê ya nû ragihandin ku wê serlêdana rêveberiya berê ya ji bo endamtiya BRICS’ê qebûl nekin. Em jî bîryara wan qebûl dikin.”

Di meha Tebaxê ya 2023’an de li bajarê Johannesburg yê Başûrê Afrîkayê civîna 15’an hatibû lidarxistin û lîderên BRICS bîryara mezinkirina komê girtibûn.

Tê gotin ku Çîn serkêşiya mezinkirina komê dike, Rûsya û Afrîka Başûr jî piştgiriyê dikin.

Li gorî endamên komê wê BRICS bibe alternatîfê G-7 ya ku Amerîka serkêşiya wan dike.

Aborîzan jî endamtiya Erebistanê ku xwedî hindardekirina petrolê ya herî mezin e weke gaveke mezin dinirxînin û dibêjin,

“Beşdarbûna Riyadê ya li nava BRICS ji bo şikandina serweriya hêzên Rojavayî ya li ser aborîya cîhanê girîng e.”

Back to top button