Li Fransayê li dijî decrîdê nobeta azadiyê 576 hefteye didome

Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 576 hefte ne ku li Strasboûrga ku bajarekê Fransayê ye, berdewam e.
Vê hefteyê sê welatparêz ji Almanyayê hatin û bûn nobedarên nobetê.

Nobeta Azadiyê ku Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Abdullah bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo û rakirina tecrîdê ji ser, 25’ê Hezîrana sala 2012’an li Strasboûrgê ku bajarekê Fransayê ye dest pê kir, 576 hefte ne ku berdewam e.

Vê hefteyê sê welatparêz ji Almanyayê hatin Strasboûrgê û bûn nobedar.

Kesên di nav koma nobedar de Fahreddîn Zeray, Fettah Cîrît û Mahmût Agirman in.

Fahrettîn Zeray ku li ser navê hevalên xwe yên nobedar axivî, got:

” Ev demek dirêj e em agahî ji Rêbertiya xwe nagrin.

Ji bo tecrîd li ser Rêbertiyê rabibe, em bang li hemû kurdistanî û saziyên wan ê ewropa dikin ku li dijî tecrîdê bikevin tevgerê.”

Back to top button