Sînan Çîftyurek: Divê Wezareta Edaletê sedema tecrîdê eşkere bike

Parlamenterê Wanê yê ji Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku tecrîda bêhiqûqî û neheq a li dijî Rêber Apo divê tavilê bi dawî bibe û bang li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê kir ku li ser tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide.

Tecrîda ku li dijî Rêber Apo tê meşandin, heman awayî bandora xwe li ser gelê Tirkiyê jî dike.

Dengên ku li dijî tecrîdê derdikeve jî bi êriş, zext û gefên desthilata faşîst re rû bi rû tên.

Di demên dawî de tecrîda li dijî Rêber Apo li seranserî bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûye rojeva sereke.

Parlamenterê Wanê yê ji Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek têkildarî tecrîda li dijî Rêber Apo axivî.

Sînan Çîftyurek: Divê ev tecrîda neheq tavilê bi dawî bibe

Çîftyurek diyar kir ku hikumet vê tecrîdê weke amûrekê ji bo tengezarkirina civakê bi kar tîne û got:

“Hikumet malbat û parêzerên wî her wiha raya giştî ku dixwazin fikrê Ocalan zanibin mexdûr dike.

Siyasetmedarek girtî jî be divê karibe siyaseta li derve bişopîne.

Ev tecrîd tevahiya raya giştî eleqedar dike. Divê ev tecrîda neheq tavilê bi dawî bibe.

Wezîrê Edaletê jî divê sedema tecrîdê ji raya giştî re eşkere bike.

Mafê Ocalan heye ku karibe malbat û parêzerên xwe bibîne. Lewma em bang li Wezareta Edaletê dikin ku daxuyaniyekê bide.”

Partiya Çepên Kesk di civîna koma meclîsê de polîtîkayên Tirkiyê û tecrîd nirxand

Back to top button