Amarîka li benda Îranê ye ku şertên peymana Nûkleerî pêk bîne

Aloziya bernameya nûkleerî ya navbera Amerîka û Îranê de wisan xuya dike wê di demek nêz de çareser nebe. Berdevka Koşka Spî Jen Psaki diyar kir ku heta Îran şertên peymanê pêk ne êne ewê li peymanê venegerin.

Jen Psakî di daxuyaniya rojane ya ji çapemeniyê re têkildarî polîtîkayên rêveberiya Biden yên bi Îranê re axivî.

Psaki diyar ku ew bi awayekî giştî li “Peymana nûkleerî ya bi Îranê re” temaşe dikin û naxwazin ev pêvajo were rawestandin.

Berdevka Koşka Spî rêveberiya Trump ji vekişîna peymanê tewambar kir û got,

Helwesta Biden ya beriya niha li ser peymanê çi bû niha jî hemane.

Ger Îran şertên peymanê tam pêk bîne, em jî wê li peymanê vegerin.

Psaki anî ziman ku ji bo pêvajo despê bike, niha top li qada Îranê ye.

Back to top button