Îran û Rojhilatê Kurdistanê vegherîn qadên xwepêşandanê

Li Îranê hêrsa li dijî kuştina jina ciwan Jîna Emîn xwepêşandêr belav dibin.
Li rojhilatê Kurdistan û Îranê, polîsên rejîmê êrişî xwepêşandêran kirin.
Heta niha 5 kesî jiyana xwe ji dest daye û nêzî 100 kes jî birîndar bûne.
Kuştina Jîna û xwepêşandanên heyî li nava cîhanê jî deng veda.

Zilm û zexta rejîma ji hevketî, bûye sedema hêrsa civakê.

Kolanên bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê ji bo Jîna Emîn tejî bûn.

Partiya Jiyana Azadî ya Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) li gel şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî bang li tevahiya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kiribû ku roja Dûşemê (19’ê Îlonê) dakevin qadan.

Li ser banga partiyan li seranserê Rojhilatê Kurdistanê duh greva giştî destpê kir.

Gel duh danê siharê neçûn ser û dest bi xwepêşandanê kirin.

Xwepêşanda doh ya despêkê li bajarê Dîwander ya parêzgeha Sineyê destpê kir.

Hêzên Îranê raste rast gule berdan xwepêşanderan.

Di endamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 40 jî birîndar bûn.

Piştî Dîwander li bajarên din jî xelk daketin qadan, li zanînge beşa Teknîkê ya Tahranê xwendevanan çalakiyek nerazîbûnê lidarxistin.

Lê carek din livir êrişî xwendekaran hate kirin û hêzên Îranê xwest xwendekar belav bibin.

Li bajarê Seqiz ku cihê dayîkbûna Jîne Emîne bû, xwepêşandan duh carek din destpê kirin.

Vê carê jî hêzên rejîmê êrişî xwepêşanderan kirin û gule berdan malên ewlatiyan.

Livir di encama êrişa hêzên Îranê de 2 welatî hatin kuştin.

Li bajarê Dêgulan jî heman hêrs li dijî rejîma Îranê hebû.

Li Rojhilatê Kurdistanê 5 xwepêşandêr hatin kuştin nêzî 100 jî birîndar bûn

Hêzên Îranê li wir êriş kirin û di encama êrişa bi çek de kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê, Sine, Bîcar, Bokan, Kamyaran, Îlam, Mahabad, Tîkab û gelek bajarên din çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin.

Di encama êrişa hêzên rejîma Îranê de, zarok jî di nav de bi dehan kes birîndar bûn.

Li gorî daneyên ji aliyên çavkaniyên li Rojhilatê Kurdistanê ve hatine belavkirin, heta niha 5 kes hatine kuştin û 75 jî birîndar bûne.

Li Tahranê agir bi wesayîtên polîsan hat xistin

Li Tahranê jî xelk daketin qadan.

Di xwepêşandanan de du wesayîtên polîsên Exlaq û çend motorsiklêtên din jî hatin şewitandin.

Jîna Emîn ya 22 salî bi hinceta ‘li gorî rêgezên perdeyê tevnagere’ 13’ê Îlonê hatibû binçavkirin.

Piştî 3 rojan hat ragiahndin ku Jîna jiyana xwe ji destaye.

Kuştina Jîna li nava cîhanê jî deng veda.

NY li ser bûyerê fikarên xwe anî ziman.

Back to top button