Newroz Ehmed: Ji bo ewlehiya gelê di kampa Holê de operasyon hat destpêkirin

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed encamên Operasyona Mirovî û Ewlehiyê nirxand. Newroz Ehmed diyar kir ku wan ji bo ewlehiya gelê di kampa Holê de dest bi Operasyonê kirin û got: ”Di Operasyonê de jinên herî çalak ên ku xebatên rêxistinkirina DAIŞ’ê dikirin, hatin girtin. Divê tevahî dewlet welatiyên xwe ên di kampê de ne bibin da ku ev xeterî bi dawî bibe.”

Kampa Holê yek ji kampên herî xeternak e di cîhanê de.

Şaneyên DAIŞ’ê ên di kampê de jin û zarokên DAIŞ’ê li ser fikrê tundrew perwerde dikin û kuştin, işkence û revandin li wir pê tanîn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya YPJ û QSD’ê li dijî van şaneyan di 25’ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî dan destpêkirin.

Piştî 24 rojan operasyon bi encamên baş bi dawî bû.

Der barê encamên ku di Operasyona Mirovî û Ewlehî de hatiye, Ji Fermandariya giştî ya QSD’ê nirxandin kir.

Newroz Ehmed anî ziman ku di pêvajoyên derbasbûyî de gelek sûcên kuştin û revandina derveyî Kampa Holê de rû dan, Operasyona Mirovî û Ewlehî jî ji bo ewlehiya gelê di kampê de bû.

Newroz Ehmed: Jinên herî çalak ên xebatên rêxistinkirina DAIŞ’ê dikirin hatin girtin

Newroz da zanîn ku jinên herî çalak di rêxistinbûyîna DAIŞ de hatin girtin.

Newroz Ehmed destnîşan kir ku aliyekî vê operasyonê yê girîng ku ew bigrin dest jî xilaskirina du jinên Êzidî bûn.

Newroz Ehmed: Divê Rêxistinên Mirovî piştgiriyê nedin rêxistinbûyîna malbatên DAIŞ’î

Newroz tekez kir ku divê rêxistinên mirovî nebin destek ji rêxistinbûyîna malbatên DAIŞ’ê re.

Ji Fermandariya giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed behsa girîngiya avakirina dadgeheke navdewletî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:

Çete û yên di Kampa Holê de gelek ji wan hene ku sûc kirine û li welatên wan doz li ser wan hatine vekirin, ji lewre xebateke hevbeş lazim dike ku wan dadgeh bikin.

Pirsgirêkên wiha bi rastî jî rewşeke aloz bi xwe re çêdikin.

Back to top button