Li bajarê Buffalo ji ber êrişê 10 kes hatin kuştin

Amerîka bi êrişên çekdarî diheje.
Di êrişa çekdarî ya li eyaleta New Yorkê de 10 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Hîna Amerîkiyan ev êrişa nîjadperestî li ser xwe ne avêtî, îro êrişek din pêk hat.
Di êrişa li eyaleta Kalîforniya de, kesek hat kuştin û 4 jê giran 5 kes birîndar bûn.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) di nava 2 rojan de êrişên çekdarî pêk hatin.

Di êrişa doh ya li bajarê Buffalo ya eyaleta New Yorkê de, kesê çekdar bi ser marketekê de girt û gulle li derdorê reşand.

Şaredarê bajêr Byron Brown ragihand ku di êrişê de 10 kes hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.

Di nava kuştiyan de 4 xebatkarên marketê jî hene.

Eşkere bû ku kesê êrişkar ciwanê binavê Payton Gendron ê 18 salî ye.

Şahidên bûyerê ragihandin ku Gendron bi cil û bergên leşkerî û êlekê zirpoş ket nava marketê.

Her wiha kêliyên êrişê jî bi rêya înternetê û bi awayekî zindî weşandin.

Ji 13 qurbanên êrişê, 11’ê wan reşik bûn.

Lewma hat gotin, êriş bi armanceke nijadperestî pêk hatiye.

Çapemeniya Amerîkî jî ragihandin ku kesê êrişkar faşîst e û xwe weke parêzvanê irqê Spî binav kiriye.

Di êrişa li Kalîforniya de; kesek hat kuştin 5 jî birîndar bûn

Hîna şoka vê bûyerê derbas nebûyî vê carê êrişek li Kalîforniya pêk hat.

Li bajarê Laguna Woods ê eyaleta Kalîforniya ya kesekî êrîşî dêrê kir.

Cîgirê Şerîfê eyaleta Orange Jeff Hallock diyar kir ku kesek li cihê bûyerê mir û 5 kes jî birîndar bûne:

Ji birîndaran rewşa 4 kesan giran e.

Hallock diyar kir ku hemû birîndar Asyayî ne û ji bo bên dermankirin rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku êrîş di dema resepsiyona ji bo rûmeta keşîşekî berê de pêk hatiye û tê de 30-40 kes hebûn.

Di daxuyaniya ku ji teref polîs ve hat dayîn de hat diyarkirin ku gumanbarekî Asyayî yê 60 salî piştî êrîşa komeke ku dest û piyên wî girêdayî bûn li cihê bûyerê hat binçavkirin.

Heta niha sedema êrîşê nayê zanîn, hat hînbûn ku lêkolîna derbarê bûyerê de dewam dike.

Back to top button