Li Amerîka, eyaleta New Yorkê, êrişeke çekarî pêk hat.
Di encamê de 10 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Bûyer li bajarê Buffalo pêk hat.
Kesê çekdar bi ser marketekê de girt û gulle li derddorê reşandin.
Şaredarê bajêr Byron Brown ragihand ku di êrişê de 10 kes hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.
Di nava kuştiyan de 4 xebatkarên marketê jî hene.
Eşkere bû ku kesê êrişkar ciwanê binavê Payton Gendron ê 18 salî ye.
Şahidên bûyerê ragihandin ku Gendron bi cil û bergên leşkerî û êlekê zirpoş ket nava marketê.
Her wiha kêliyên êrişê jî bi rêya înternetê û bi awayekî zindî weşandin.
Ji 13 qurbanên êrişê, 11’ê wan reşik bûn.
Lewma hat gotin, êriş bi armanceke nijadperestî pêk hatiye.
Çapemeniya Amerîkî jî ragihandin ku kesê êrişkar faşîst e û xwe weke parêzvanê irqê Spî binav kiriye.
-ÇEKDARÎ