SZK: Ziman kelha herî asê a parastina hebûnê ye

Saziya Zimanê Kurdî, Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê û Komîsyona Ziman, Çand û Perwerde ya KNK’ê bi daxuyaniyên cuda Roja Zimanê Kurdî pîroz kirin.
Di daxuyaniyan de banga parastin û pêşxistina zimanê Kurdî li gel û hemû aliyan hat kirin.

Saziya Zimanê Kurdî bi boneya roja Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ev roj pîroz kir.

SZK’ê diyar kir ku Ziman bîra gelemper a civakê ye û peyama herî pîroz a pêşiyan e û got:

”Neyarên Kurdan ji bo herifandina kelha zimên, hemû hêza xwe bi kar tînin.

Ziman qedexe dikin û di nava çanda xwe de Kurdan dihelînin.”

SZK’ê bang li civakê û hemû rêxistinên Kurdî kir ku, eger zimanê Kurdî winda bibe wê kurdbûn jî tune bibe û tekez kir pêdivî bi bizav û bernameyên hevbeş heye.

KCK: Gelê me li dijî êrişên qirkirina ziman berdêlên giran dan

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê jî ji bo 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û ev roj pîroz kir.

KCK’ê got:

“Ziman ne tenê amûreke veguheztinê ye, ziman ji bo gelekî amûrê herî girîng ê jiyana bi nasname û çanda xwe ye.

Her zimanek hilgirê dîrok, çand, wêje, hûner û felsefeya jiyanê ya civaka xwe ye.

Di vê wateyê de gelê me, bi sedê salan li hember êrişên qirkirina çandî, zimanî û cesteyî, berdêlên giran daye.

Lê ti carî dest ji parastin û xwedîderketina li çand û zimanê xwe bernedaye.”

KCK’ê dawiya daxuyaniya xwe ji bo parastina ziman ev peyam da:

“Gelê me, çi li welat çi jî li derveyî welat divê axaftin û nivîsandina bi Kurdî weke çalakiyeke bingehîn ya ji bo xwedîderketina li zimanê dayikê bibîne.”

KNK: Ziman raman e û raman jî bi ziman dewlemend dibe

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerde ya KNK’ê jî daxuyaniyek da.

KNK’ê destnîşan kir wateya qedexekirin, astengkirin û hewlên cudakariyê yên li ser zimanê Kurdî tunekirina civakê bi xwe ye.

KNK’ê anî ziman Ziman raman e, raman jî bi ziman dewlemend dibe.

Dawiya daxuyaniyê KNK’ê got:

“Pêwîst e dest bi dest, nifş bi nifşî, bi wê ve girêdayî çand û Perwerdeya bi zimanê Kurdî, gelê Kurd ziman bi pêşde bibin û xwedî lê derkevin.”

Back to top button