Artêşa Ukrayna ji bo pêşîgirtina Rûsya pirek din teqand

Hefteyek ma, şerê li Ukranaya 3 mehên xwe tejî bike.
Hêzên Ukrayna ji bo pêşîgirtina artêşa Rûsya yek bi yek pirên li qadên şer diteqîne.
Di vê navberê de şerê li kargeha Azovstal a Mariupol jî dijwar bûye.
Hemwextî vê, Ukrayna îdia dike ku li dijî kargehê gaza fosfor hatiye bikaranîn.

Rûsya 83 rojin li nava xaka Ukrayna êrişên xwe pêk tîne.

Şerê herî dijwar jî li rojhilatê welat pêk tê.

Artêşa Ukrayna ji bo pêşîgirtina Rûsya, yek bi yek pirên navbera herêman diteqîne.

Herî dawî artêşê pira rêya hesin ya di navbera Severodonetsk û Rubizhne yên herêma Luhanskê de teqand.

Ukrayna îdia dike ku Rûsya bi bombeyên fosforê êrişî kargeha azovstalê kir

Li aliyekî din êrîşên artêşa Rûsyayê yên li ser kargeha Azovstal a li Mariupola Ukraynayê didomin.

Hat îddîakirin ku artêşa Rûsyayê bi bombeya fosforê êrîş biriye ser kargeha ku leşkerên Ukrayna li dijî Rûsyayê şer dikin.

Şêwirmendê Şaredarê Mariupolê Petro Andriushchenko di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got,

“Dagirkeran duh li dijî parêzvanên Mariupolê cara yekem bombeyên şewatê an jî bombeyên fosforê bikar anîn.

Di vê navberê de şerekî dijwar li kargehê rûdide.

Li gorî çapemeniya Ukrayna 600 leşkerên Ukrayna yên birîndar li kargehê hene.

Ukrayna berê ji Rûsyayê re pêşniyar kiribû ku girtiyên şer ên rûsî bi leşkerên li kargehê giran birîndarin biguherîne.

Gelek welatên wekî Îsraîl, Swîsre, Tirkiye û Fînlandiyayê ji bo derxistina leşkerên li Azovstalê tevlî pêvajoya danustandinên navbera Ûkrayna û Rûsyayê bûn.

Waliyê Xarkov: Artêşa me gihiştiye sînorê Rûsya

Waliyê herêma Xarkov a Ûkraynayê Oleh Sînegubov bi rêya hesabê xwe yê Telegramê diyar kir ku leşkerên Hêza 227’an dîsa tabela li ser sînor danîne.

Wezareta Parastinê ya Ukraynayê jî diyar kir ku ev hêz gihîştiye sînor.

Ajansa nûçeyan a Brîtanî Reuters diyar kir ku wan hîn nekariye gotina Sînegubov piştrast bike.

Ajansê nivîsand ku çend leşkerên Ukraynayê gihîştine ser sînor û cihê wan bi rastî nayê zanîn.

Ger were piştrastkirin ku leşkerên Ukraynayê gihîştine sînorê Rûsyayê, wê were dîtin ku Kîev di paşvexistina hêzên Rûsyayê li bakurê welêt jî dest bi serketinê kiriye.

Îstîxbarata Rojava diyar kir ku pêşdeçûna artêşa Rûsyayê li Donetsk rawestiyaye.

Ukrayna: 27,700 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ukrayna jî ji aliyê xwe ve bîlançoya şer eşkere kir.

Li gorî vê,

27,700 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

200 balafir, 165 helîkopter û 1,228 tankên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Rûsya: 3 balafirên din yên Ukrayna hatin xistin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsya Îgor Konaşenkov jî bi daxuyaniyekê bînaçoya şer eşkere kir.

Koneşenkov îdia kir ku li Grava Mar û Mikolayivê 3 balafirên şer yên Ukrayna hatine xistin.

Li gorî Rûsya hate niha,

168 balafir, 125 helîkopter, 2 hezar û 949 maşîneyên leşkerî yên Ukrayna hatine bêkêrkirin.

Back to top button