Malî vekişîna ji hêza G5 Sahel ragihand

Hêza li dijî terorê ya welatên G5 a Sahelê li avakirî lewaz dibe.
Malî bi awayekî fermî ragihand ku xwe ji hêza G5 Sahel vekişandiye.

Di daxuyaniya nivîskî ya hikûmetê de hat ragihandin ku tevî hêza kar a hevpar, Malî ji hemû rêxistinên Hêza G5 Sahelê vekişiyaye.

Sedema vê yekê jî nepejirandina daxwaza Malî ya ji bo serokatiya demkî ji aliyê Hêza G5 Sahel ve bû.

Hat destnîşankirin ku ev biryar wê di demeke herî nêz de ji welatên endam re bê ragihandin.

Hêza G5 Sahel ku ji Nîjer, Burkîna Faso, Malî, Morîtanya û Çadê pêk tê, di sala 2014an de ji bo zêdekirina hevkariyê li ser rewşa ewlehî, mirovahî û aborî li herêmê hate damezrandin.

Hêza G5 Sahel ku bi armanca pêşxistina siyasetên, hevkarî û ewlehiyê yên herêmê û herwiha piştgirîkirina hêza Fransa û Mîsyona Îstîqrarê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî komên têrorîst ên wekî El Qaîde, Murabitun, DAIŞ û Boko Haram hate avakirin.

Nnavenda wê jî li paytexta Morîtanya Nuakchott yê ye.

Back to top button