Şêniyên Hesekê endamê Asayîşê Hanî Ni’man oxir kir

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Hanî Ni’man li goristana Şehîd Dijwar oxir kir.

Endamê asayîşê Hanî Ni’man di 8’ê çileyê de li kampa Holê şehîd ket.

Şêniyan cenazeyê Hanî Ni’man ji meclisa malbatê şehîdan wergirt û birin goristana şehîd Dijwar ya li gundê Dawidiyê a Hesekê.

Li goristanê piştî rêzgirtinê, endamê meclisa malbatê şehîdan Bedirî Hewala axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û weha got:

”Şehîdên me canê xwe di ber axa welatê xwe de dan û bi saya wan yekgirtina pêkhateyan li herêmê pêk hat”

Piştî axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê malbatê şehîdan hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Hanî di nava silogan û tilîliyan de hate veşartin.

Back to top button