Çalakiya greva birçîbûnê di roja 46’an de dewam dike

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdulah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan ku li zîndanên dewleta Tirk hatibû destpêkirin ket roja xwe ya 46’emîn. Malbatên girtiyan diyar kirin ku rewşa zarokên wan ne baş e, pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdulah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê hatibû destpêkirin didome.

Çalakiya bêdem û dorveger îro koma 10’an dewr girt û çalakî kete roja 46’emîn.

Çalakiya li Mexmûrê koma 13’an dewr girt

Çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê jî di roja 25’an bi koma 13’emîn de dewam dike.

Li ser navê koma 12’emîn çalakvan Qutbedîn Amed axivî û got:

Mafên girtiyên zîndanan her roj tê bin pê kirin. baweriya me heye ku emê bi van çalakiyên xwe ve bi ser bikevin.

Emê her tim li ber xwe bidin û çalakiyên xwe jî tu carî nesekînin.”

Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî, greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li dijî tecrîdê di roja 8’an de ye.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Ciwan didome.

Malbatên girtiyan: Xwedî li çalakiya zarokên xwe derkevin

Dayika Xezal Polat ku kurê wê Kemal Polat di çalakiya grevê de ye diyar kir ku kurê wê bi rêya telefonê ragihanidya heta tecrîd ji holê ranebe ewê çalakiya xwe berdewam bikin.

Sevîcan Yaşar ku 2019’an di grevê de bû: Ji bo jiyanê, mirinê didin ber çavên xwe

Sevîcan Yaşar ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan di sala 2019’an de kete greva birçîbûnê, ji bo çalakgerên greva birçîbûnê got, “Ji bo jiyanê, mirinê didin ber çavên xwe.”

Sevîcan Yaşar diyar kir ku divê ew ji derve piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û ev tişt got:

Dibe ku desthilatdarî heta jê tê êriş dike, lê ev yek di heman demê de nîşaneya têkçûna desthilatdariyê ye.

Sevîcan bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya heyî di nava şert û mercên şewbê de dewam dike û got,

Girtiyên di vê pevajoyê de gelekî zehmetiyan dikişînin.

Dibe ku encamên çalakiyê gelekî giran bin.

Back to top button