2021’an ji bo DYA di dîrokê de sala herî zêde mirin lê çêbûye

2021 di warê mirina li cîhanê de ji bo DYA giran derbas bû.
Di dîrokê de li DYA 2021’an asta rekora herî bilind a mirinê hate tomarkirin.
Sedemên sereke yên mirinan jî Covid-19 û madeyên hişbir bû.

Li gor daneyên Navenda Pêşîlêgirtin û Kontrolkirina Nexweşan a Amerîkayê (CDC) li welêt par hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan li gor sala 2020’an 80 hezarî zêde bû û derket 3 milyon û 465 hezarî.

Rayedarê CDC Robert Anderson got, sedema sereke ya zêdebûna rêjeya mirinê Covid-19 bû.

2020’an ji ber Covid-19’ê 351 hezar kes mirin.

Di sala 2021’an de ev hejmar derket 415 hezarî.

Navendê diyar kir ku daneyên fermî yên derbarê kesên ji ber madeyên hişbir mirine ne hatiye parvekirin lê li gorî daneyên di destê wan de ev dane 105 hezar bû.

Di sala 2020 de, 93,000 kes ji ber zêdebûna narkotîkê mirin.

Di koma temenê 14-18 salî de mirina ji ber madeyên hişbir zêde bû.

Back to top button