Beşdar Hesen: Tenduristiya çalakvan û rojnemevanan xerab e

Parêzerê Girtiyên Behdînanê diyar kir ku tendirustiya girtiyan di metirsiyê de ye. 

Parêzer Beşdar Hesen da zanîn ku wan ji bo wergirtina agahiyekê di derbarê rewşa girtiyan de, serdana Asayîşê kiriye, lê destûr nehat dayîn ku hevdîtin bi girtiyan re were kirin.

Beşdar destnîşan kir ku ev redkirin bi behaneya ku berpirsê destûra hevdîtinê ne li ser karê xwe ye, hat kirin.

Hesen anî ziman ku wan ji 16’ê Sibatê û heta niha tenê du caran bi rêya telefonê bi girtiyan re axiviye..

Parêzerê Girtiyên Behdînanê diyar kir ku li gorî zanyariyên wan, rewşa tendirustiya çalakvan û rojnamevanên girtî xirab e û çalakiya wan a greva birçîbûnê jî dewam dike.

Duh jî, Koma Komela Dadgerî ya Parlamena Başûrê Kurdistanê bang li Serdozgerê Giştî kir ku ji bo doza çalakvan û rojnamegerên Behdînanê bi rola xwe rabe.

Back to top button