Li Şehbayê wêneyên Rêber Apo li qada xwepêşandanê hatin xêzkirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo berdewam dikin.
Îro li Şehbayê de çalakiya kon di roja 13’an de dewam dike.
Jinên Reqayê nerazîbûn nîşanî bêdeniya civaka navneteweyî li hemberî tecrîd dan.
Ciwanên Herêma Cizîrê jî diyar kirin ku ew dixwazin di demeke nêz de agahiyek ji Rêber Apo were girtin.

Çalakiya konvedanê ya li Şehbayê di roja xwe ya 13’an de dewam dike..

Di çalakiya xwepşandanê de Komîna Wênesaziyê wêneyên rêber Apo li qada xwepêşandanê xêz kirin.

10 endamên Komîna Wênesaziyê beşdarî xêzkirina wêneyan bûn..

Endamê Komîna Wênesaziyê Reşîd Dawûd got: “Bi rêya van wêneyan em hezkirina xwe ji rêber Apo re tînin zîman. Em ê heya azadiya rêberê xwe li ser piya bin.”

Endama Komîna Wênesaziyê Zeyneb Yûsif jî got: “Em dixwazin jiyaneke birûmet bi rêberê xwe re bijîn û zordestiya li dijî gelê Kurd rakin.”

Jinên Reqayê: Dewleta Tirk ji nameyên Rêber Apo ditirse

Jinên Reqayê yên beşdarî konê çalakiyê bûne jî nerazîbûn nîşanî bêdeniya civaka navneteweyî ya li dijî tecrîda ser rêber Apo dan..

Hat diyar kirin dewleta Tirk ji nêrînên Rêber Apo ditirse ji ber wê nahêlin hevdîtin pêk bê.

Jina bi navê Şêrîn Qewas bêdengiya navneteweyî şermezar kir û got: “Axaftina rêbertî bi birayê xwe Mihemed Ocalan re têrê nake, divê hevdîtin bi parêzeran û malbatê re çêbe.”

Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem Îbrahîm der barê mijarê de axivî û bang li rêxistinên mirovî û welatên kir ku zextê li dewleta Tirk bike ji bo ku hevdîtin bi rêber Apo re pêk werin.

Ciwanên Cizîrê: Divê parêzer demildest bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin

herî dawî Ciwanên hemû pêkhateyan ên Herêma Cizîrê diyar kirin ku ew dixwazin di demeke nêz de agahiyek ji Rêber Apo were girtin.

Ciwanan diyar kirin ku ewê heta dawiyê li ser fikir û rêya ku Rêber Apo vekiriye bimeşin.

Back to top button