Tîma Serdemê ya herêma Cizîrê bû şampiyonê çapa duyemîn

Îro dawî li şampiyona bakur û rojhilatê Sûriyê ya futbolê hat. Li bajarê Qamişloyê li stadtûma ş.12’ê Adarê tîma tîma Serdemê ya herêma Cizîrê hat pêşberî tîma Emin Daxilî yê Reqayê.

Îro stadyûma ş. 12’ê Adarê bi hezkiriyên futbolê hat dagirtin.

Matça fînalê ya şampiyonê bi coş û kelecana hander û lîstikvanên tîma Serdem û Emin Daxilî ya Reqayê bi rê ve çû.

Çavê her tîman li serkeftinê bû, ji ber vê yekê bi dispilîn û xemxwarî lîstin.

Gera yekem a matçê bi wekhevî bê gol derbas bû.

Matç di nîveka duyem de germ bû ku her tîmekî 2 gol anîn.

Di dema orîjînal a matçê de, her du tîman nikarîn serkeftina xwe li hember hev misoger bikirana ji ber vê yekê matç derbasî dema zêde bû.

Piştre lêdanên şansê. Tîma serdemê bi 3 gol beramberî golekî matç qezenc kir û bi şampiyonê hat xelatkirin.

Back to top button