Di navbera Seûl û Pyongyangê de alozî

Koreya Bakur û Başûr li hev sor bûne.
Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur 180 balafirên şer xistine nava tevgerê û weke bersiv wan jî 80 balafirên şer amade kirine.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Koreya Başûr mezintirîn tatbîqata hevpar a dîrokê dikin.

Koreya Bakur jî 180 balafirên xwe yên şer li qada xwe ya hewayî xiste nava liv û tevgerê.

Di daxuyaniya Koreya Başûr de hate gotin,

“Leşkerên me nêzî 180 balafirên şer ên Koreya Bakur tespît kirine.”

Kore ya Bakur û Başûr bi sedan balafir li dijî hev rakirin

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Koreya Başûr jî 80 balafirên şer amade kiriye ku balafirên bi tîpa F-35A jî di nav de hene.

Heman çavkanî diyar kir ku balafirên ji bo tatbîqata bi DYE’yê re hatine amadekirin, ji bo rabûnê jî amade ne.

Rojên dawî aloziya navbera herdu welatan zêde bû.

Koreya Bakur sibeha Pêncşemê fuzeya balîstîk a ji bo parzemînan ceriband.

Seûl û Washingtonê biryar dan ku tatbîqata hevpar heta Şemiyê dirêj bikin.

Back to top button