Çeteyan 4 sivîl ji gundê Gobeleka revandin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kirinên hovane li dijî Efrîniyan didomînin.
Çeteyan 4 sivîl ji gundê Gobeleka yê navçeya Şerayê revandin.
Navenda Belgekirina Binpêkirina li bakur Sûriyê eşker kir ku li herêmên dagirkirî çarenûsa du hezar û 810 kes di girtîgehên çeteyan de ne diyar in.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê eşkere kir ku dewleta Tirk û çeteyên xwe 15’ê Cotmehê, 4 sivîl ji gundê Gobeleka yê Şerayê, bi tawanên ne rast revandin.

Li gorî rêxistinê, navên kesên revandî wiha ne:

Mistefa Mihemed

Emîn Hisên

Nîdal Hisên

Û Nedîm Hisên

Rêxistinê da zanîn jî ku heta niha çarenûsa her 4 kesan nediyar e.

Dagirkeran li navenda Erfînê sê malên Erfîniyan desteser kirin

Li aliyê din, çeteyan malên Efrîniyan destese dikin difroşin.

Malpera Afrinpst ragihand ku çeteyan li taxa Eşrefiyê ya li navenda Efrînê sê malên Efrîniyan desteser kirin û bi hezar û sed dolar firotin

Li gorî Malperê, du mal yên welatiyê bi navê Mihemed Dede û malek yê welatiyê bi navê Henîf yê ji gundê
Qurtqilaq yê Navçeya Şera ne.

Çarenûsa 2 hezar û 810 kesên di girtîgehên çeteyan de, ne diyar in

Navneda Belgekirina Binpêkirinan li Bakur Sûriyê di raporekê xwe de eşker kir ku ji Meha Şibata 2018’an heya dawiya meha Îlona 2020’an dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, 6 hezar û 890 kes ji herêmên dagirkirî revandine.

Navendê diyar kir ku ji wan çarenûsa du hezar û 810 kes ne diyar in.

Navendê da zanîn kir ku dagirkeran 2 hezar û 200 sivîl qetil kirine, ji wan 129 kes di bin êşkenceyê de hatin kuştin.

Navendê di rapora xwe de xuya kir ku çeteyan106 dibistan li herêmên dagirkirî veguharandin bargehên leşkerî.

Back to top button