Jinên Êzidî: Yên Şengal tenê hişt, nabe çarenûsa wê diyar bikin

Civaka Êzidî li tevahiya cîhanê, peymana hikumeta Iraqê û PDK’ê red kirin û wekî destwerdana li îradeya wan binav kirin.
Di vê çarçoveyê de bi daxuyanî û çalakiyên cur be cur peyman hat şermezar kirin û bang li her kesî hat kirin ku helwestê nîşan bidin.

Jinên Êzidî yên kantona Qamişlo, lihevkirina Bexda-Hewlêr şermezar kir û diyar kir ku, kesên di rewşên dijwar de, ne li kêleka Şengaliyan bûn, niha dixwazin çarenûsa wan diyar bikin.

Yekîtiya jinên Êzidî peyman şermezar kirin

Yekitiya Êzidiyên li Efrînê bi daxuyaniyekê peymanên nû yên li ser Şengalê şermezar kirin.

Daxuyanî li Kampa Berxwedan bi beşdarbûna bi dehan jin hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku armanca wan ji vê peymanê hedefgirtina hebûna Êzîdiyan e.

Yekîtiyê diyar kir ku komkujiya 2014’an ya li ser gelê Şengalê û hiştina gelê Şengalê bi tenê heta roja îro nehatiye jibîrkirin.

Hat diyar kir ku birêvebirina Şingalê wê ji aliyê zarokên wê be.

ꞌPeymanên xizmeta gelê Êzidî nakin, em wan red dikinꞌ

Di heman çarçoveyê de Meclisa Guhbel û Zorava ya herêma Şengalê peymana di navbera hikumeta Bexdayê û PDK’ê hatiye morhkirin, şermezar kir û banga rêzdayîna ji gelê Êzidî re kirin.

Endamê Meclisa Guhbel Silêman Mîrzo daxuyanî xwendin û ev yek hat gotin:

Pêşmerge û artêşa Iraqê di êrîşên çeteyên DAIŞ`ê de, dev ji Şengalê berdan.

Ji ber vê em peymanên xizmeta gelê Êzidî neke, red dikin û divê gelê Şengalê aliyekî van diyalogan bin.

Dawiya daxuyaniyê, bang li şêniyên Şengalê hate kirin bê deng nemînin û daxwaza mafên xwe bikin.

Hunermendên Şengalê: Dema fermanê Hewlêr û Bexda li ku bûn?

Navenda Çand û Hunera Şengalê jî bi daxuyanikê lihevkirina Bexda-Hewlêrê şermezar kir, dema qirkirina Şengalê bi bîr xist û got:

Dema qirkirinê, Hewlêr û Bexda li kuderê bûn?

Dawiyê hat gotin, pêwîste e civaka Êzidî li ser rewşa xeternak hişyar be û bang li her kesî hat kirin ku helwestê nîşan bidin.

Back to top button