Gêlo Îsa: Tirkiyê pêşengên civakê dike armanc

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS’ê Gêlo Îsa anî ziman dewleta Tirk pêşengên civakê yên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine hedef digire.
Gêlo Îsa dibêje dewleta Tirk naxwaze teror li Sûrî bi dawî bibe, ji bo wê jî van êrişan dewam dike.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS’ê Gêlo Îsa derbarê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ANF’ê re axivî.

Gêlo Îsa da zanîn ku dewleta Tirk di êrişên xwe de pêşengên civakê yên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine dike armanc û got:

”Ji destpêka aloziya Sûriyê ve Tirkiye êrişî herêmê dike, sivîlan dike armanc û Rêveberiya Xweser li qada navneteweyî reş dike.

Niha jî dest bi rengekî nû yê êrişan kiriye. Êdî bi dronên bi çek êrişan pêk tîne û kesên pêşeng û sivîlan hedef digire.

Kesên ku tên hedef giretin ji sala 2014’an ve li dijî DAIŞ’ê û hevkarên wê şer kirin.”

Gêlo Îsa: Dewleta Tirk naxwaze teror bi dawî bibe

Gêlo Îsa anî ziman ku Tirkiyê naxwaze teror li Sûriyê bi dawî bibe ji bo wê jî asta êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirine.

Îsa dibêje dewleta Tirk dijminê dîrokî yê gelê Kurd e, Kurd li kur bin wan dike hedef.

Gêlo Îsa: Divê statuya Rojava bê naskirin

Îsa balkişand ser bêdengiya koalîsyonê ya li hember êrişan û diyar kir ku bêdengiya wan dibe sedema hedefgirtina pêşengên gel.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS’ê Gêlo Îsa dawiya axaftina xwe de banga naskirina Rêveberiya Xweser kir û got:

“Goristanên şehîdan bi zarokên me yên li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û xwe feda kirin tijî ne.

Divê civaka navnetewî berpirsyariyên xwe yên li hemberî vî gelî bi cih bîne.

Divê ev gel di civaka navneteweyî de statuya ku heq dikin bi dest bixin.”

Back to top button